Di êrişên Îsraîlê de 9 Lubnaniyan jiyana xwe ji dest dan
Li başûrê Lubnanê, di êrişên hewayî yên Îsraîlê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.
Li başûrê Lubnanê, di êrişên hewayî yên Îsraîlê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di êrişên balafirên şer ên Îsraîlê de li herêmên cuda yên başûrê Lubnanê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.
Medya Lubnanê ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê êriş birin ser bajarokên Qelaihelh, Zibqin û Yater û herêma Mahmudiyyeyê.
Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê her wiha topbaran li derdora Bint Cibeylê kiriye.
Li aliyê din, hate gotin ku ji başûrê Lubnanê roket ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin.
Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê bombe li du wesayitên li ser rêya Beyrûd-Saydayê barandin.